Şêniyên gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê li dijî bacên meclisa dagirkeriyê xwepêşandan li dar xistin

Şêniyên gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê li dijî bacên meclisa dagirkeriyê xwepêşandan li dar xistin
Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Beriya 4 rojan li gundê Xelîlaka yê girêdayî navçeya Bilbilê, li dijî bacên ku dê meclisa navxweyî ya girêdayî dagirkeriyê li ser şêniyên gund ferz bike, xwepêşandan li dar xistin.


Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeyê ragihand ku bi dehan ji şêniyên gundê Xelîlaka li dijî bacên nû ya ku meclisa dagirkeriyê bi bihaneya peydakirina pêwîstiyên xebitandina bîra irtîwazî ku avê peyda dike, dê li ser wan û şêniyên gundên Qûta û Berkaşê ferz bike, xwepêşandan li dar xistin.


Nûçegihan diyar kir ku meclisa dagirkeriyê daxwaza baceke bi miqdara 16 hezar lîreyên sûrî dike.


Ev bac bi bihaneya peydakirina lêçûnan ji madeyên sotemeniyê û çaksazkirina bîra gundê Qûta ya ku avê ji her sê gundan re peyda dike, ye.


Tevî ku komeleya Bihar a hawarçûnê li gorî girêbesteke bi 6 mehan, lêçûn û xebitandina bîrê girtiye ser xwe, ev bac têne ferzkirin.


Di 7’ê vê mehê de(meha Mijdarê) pevçûn di navbera 2 xwendekarên dibistana navîn a gundê Qûta pêk hat.


Têkildarî vê pevçûnê bavê xwendekarekî ku çekdarekî milîsên Sûltan Mûrad e hat dibistanê û êrîşî mamosteyê bîrkarî Hesen Elo ku ji niştecihên Efrînê yên resen e, kir ku hem lêda û hem jî heqaret lê kir.

Post source : Taybet

Related posts