Milîsên “Feyleq El-Mecid” li gundê Çûbana êrîşî şêniyekî kurd kirin

Milîsên "Feyleq El-Mecid" li gundê Çûbana êrîşî şêniyekî kurd kirin
Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Çekdarin ji milîsên “Feyleq El-Mecid” a girêdayî dagirkeriya tirk û rêxistina ixwan misilmîn, roja yekşemê bi bihaneya ku wî çiqasiya rast a berhema xwe ya werza zeytûnan a heyî, da ku bacê li ser berhema xwe sivik bike, veşartiye êrîşî şêniyekî kurd kirin û lêdan.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Raco ragihand ku milîsên “Feyleq El-Mecid” ku sermilîsê wê yê heyî Ebû Adil e, êrîşeke bedenî li dijî şêniyê bi navê Luqman Henan/Balosiyê/ ji gundê Çûbana yê navçeya Raco, pêk anîn.
Milîsan bi bihaneya ku Lûqman hejmara tenekeyên xwe yên zeytê kêm kirin da ku baceke zêde nede, Îşkence derheqê wî de bi kar anîn

Post source : Taybet

Related posts