Afrinpost – Taybet
Milîsên îslamî yên girêdayî rêxistina ixwan misilmîn bi perspektîfên ji îstixbarata dagirkeriya tirk, binpêkirinên xwe li herêma Efrînê derheqê şêniyên kurd de bi armanca koçberkirina ji malên wan, berdewam dikin.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Şiyê ragihand ku milîsên ” Lîwa Sûltan Silêman Şah” ji hefteya borî ve, 300$ weke derîbeya parastina berhemên darên zeytûnê li ser cotkarên kurd li ser cotkarên navçeyê ferz kirin.
Nûçegihan destnîşan kir ku ev derîbe li xerac û rêjeyên din ên li guvaşgehên zeytûnan û yên li ser rêbendan beramberî veguhastina berhemên wan bo sûkên navenda Efrînê tê zêdekirin.
Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Mabeta da zanîn ku milîsên ” Sûltan Mihemed El-Fatih ” li ser şêniyên gundên Mamila, Kurka û Ereba 500 Lîreyên Sûrî li ser her dareke zeytûnê ku eger dar berhemdar be an ne berhemdar be weke derîbe ferz kirin.
Bi destpêkirina werza zeytûnan a vê salî re, yên niştecihkirî pev çekdarên milîsên dagirkeriyê berê xwe dan erdên zeytûnan û berhemên cotkaran dizîn û çiqasiyên mezin ji xwe re firotin lê zêde li gorî keyfa xwe derîbe li cotkaran xistin.