Milîsên ” Polîsên Leşkerî” xortekî kurd bi tuhmeta folklore kurdî zîndan kirin

Milîsên " Polîsên Leşkerî" xortekî kurd bi tuhmeta folklore kurdî zîndan kirin
Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Milîsên ” Polîsên Leşkerî” ev 12 roj in xortekî kurd bi navê Şiyar Çeqelî, bi tuhmeta ku berê li ba saziyên rêveberiya xweser ” Saziya Avê ” kar dikir, zîndan kirine.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku milîsan Şiyar ji mala wî ya li gundê Maratê yê girêdayî bajarê Efrînê girtine.


Xortê bi navê Şiyar bi hewesa komkirina amûrên folklorî yên taybet bi herêmê tê naskirin. Di dirêjahiya salên borî de li ser komkirina bi hezaran ji parçeyên folklorî yên taybet bi herêmê kar dikir.


Di vê çarçoveyê de Milîs li 5 xortên kurd, ku ji saziya avê ji ber karê wan ê berê li ba rêveberiya xweser ji kar hatibûn bidûrxistin, digerin.


Milîsên ” Polîsên Leşkerî” di 17’ê Cotmeha borî de bi ser mala îmamê mizgeftê Ehmed Weqas de girtin û pev lawê wî ji gundê Dêr Siwanê revandin. Îmamê mizgeftê Ehmed Weqas ji kesên xwedî pêwîstiyên taybet in ku astengiyê di lingên xwe de dikişîne.


Ta niha çarenûsa îmam û lawê wî ne diyar e. Li gorî jêderên navxweyî îmam ji ber piştgiriya wî ji şêniyên gund re her wiha axaftina wî derbarê binpêkirinên ku çekdarên milîsên girêdayî rêxistina ixwan misilmîn ku bi navê” Ceyş El-Hur naskirî ne, hatiye revandin.

Post source : Taybet

Related posts