Milîsên” Lîwa El-Fetih” 6 welatî di nav de jinên 65 salî ji gundê Tirmîşa revandin

Milîsên" Lîwa El-Fetih" 6 welatî di nav de jinên 65 salî ji gundê Tirmîşa revandin
Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Şiyê ragihand ku çekdarên “Lîwa El-Fetih ferqeya 132” bi ser gundê Tirmîşa yê girêdayî navçeya Şiyê de girtin û 6 sivîl di nava wan de 2 jin temenê wan 65 saliyê derbas dike bi tuhmeta danûstandina wan a berê ya bi rêveberiya xweser re, revandin.


Nûçegihan karî navên 6 kesên revandî belge bike û ew jî wiha ne:
Fatme Menan Kiwîro 65 salî, Mihemed Yûsif Riho 70 salî û hevjîna wî ya 65 salî, Rehîm Betal Moso 58 salî, Elî Fehîm Koso 35 salî û Idrîs Henan Kîlo 30 salî
Nûçegihan destnîşan kir ku milîsan birin girtîgeha wan a li gundê Birîmce ya girêdayî navçeya Mabata û jin jî birin Tirkiyê.

Post source : Afrinpost

Related posts