Dagirkeriya Tirk ji malbatên çekdaran daxwaz kir ku bi hevjînên xwe re biçin Rojhilatê Furatê

Dagirkeriya Tirk ji malbatên çekdaran daxwaz kir ku bi hevjînên xwe re biçin Rojhilatê Furatê
Photo Credit To nêt

Afrinpost – Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ji nava milîsên îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirk hate agahdarkirin ku malabatên çekdaran hatine agahdarkirin ku pêwîst e ew bi hevjînên xwe re yên ku beşdarî operasyona “Kaniya Aştiyê” ya li Serê Kaniyê û Girê Spî bûne, biçin û wiha dewam kir: tê zanîn ku dê malabatên çekdaran li ser 3 caran heyanî dawiya salê werin şandin.


Malpera Afrinpostê di raporeke xwe ya berê de bi bîr xist ku dagirkeriya Tirk nahêle ku çekdarên operasyona “Kaniyê Aştiyê” vegerin herêmên dagirkeriya Tirk ên li Rojavayê Furatê”Mertala Furatê û Şaxa Zeytûnê”.


Tenê sermilîs dikarin serdana wan herêman bikin. Vê yekê jî hişt ku çekdar bertîlana bidin sermilîsên xwe beramberî ku biçin herêmên din ên dagirkeriya Tirk.

Post source : Taybet

Related posts