Afrinpost – Şopandin
Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê roja Duşemê li Şehbayê dest bi hemleya boykotkirina malên tirkî kir.
Ev hemle piştî ku li herêma Kurdistanê bi ser ket, di çarçoveya ‘‘Tirkiyê qut bike’’ de tê.
Yekîtiya Rewşenbîran insiyatîf kir û Yekîtiyên Civaka Sivîl ên koçberên Efrînê li herêma Şehbayê di bin durişmeya ‘‘JI BO ZAROKÊN ME’’ de, dest bi boykotkirina malên tirkî kir.
Endamine Civaka Sivîl û Yekîtiya Rewşenbîran li gund û bajarokên herêma Şehbayê geriyan û belavokên boykotkirina malên tirkî belav kirin.
Çalakvaninan li herêma Kurdistanê bi destpêkirina dagirkeriya dewleta tirk ji bakurê Sûriyê re, mezintirîn hemleyên boykotkirina malên tirkî weke bertek li dijî dagirkeriyê bi rêxistin kirin.
Heman insiyatîfên bi vî rengî dema êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ji herêma Efrînê re sala 2018’an çêbû, li bajarên kurdî hatin kirin lê belê pûç bûn û dirêj nekirin.
Niha çalakvan bang dikin ku ev boykot herdemî be.
Di vê derbarê de koçberekî Efrînî bi navê Ekrem axivî û ev tişt anî ziman: Pêwîst e kurd û bi taybet ên Sûriyê, herêma Kurdistanê û Ewropa bi giştî xwe ji malên tirkî qut bikin û nekirin û vê yekê ne tenê bi hemleyên ciwanan ve girê bidin. Ji ber ku dewleta Tirk bi rengekî dewam dijminatiya me dike, wê demê divê boykot herdemî be.
Her wiha Ekrem bang li gelên Kendava Erebî, Urdun û Misirê kir ku têkiliyên xwe yên bazirganiyê bi herêmên kurdî re xurt bikin û rê li pêşiya bazirganiya Tirkiyê bigirin.