Di çarçoveya hemleya zîndanîkirinê de, çar welatiyên kurd li Raco hatin girtin

Di çarçoveya hemleya zîndanîkirinê de, çar welatiyên kurd li Raco hatin girtin
Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Milîsên” Polîsên Leşkerî ” di van rojên dawîn de li navçeya Raco ya herêma Efrînê dest bi hemleya zîndanîkirinê kirin.
Milîsan 4 welatiyên kurd bi tuhmetên peydakirî yên derbarê karkirina bi rêveberiya xweser re girtin û zîndan kirin.


Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Raco ragihand ku milîsên” Polîsên Leşkerî ” îro welatiyê bi navê Seîd Mihemed Mecîd lawê xwediyê guvaşgeha Cebîh ji mala wî ya li gundê Etmana girtin û birin girtîgeheke xwe û wiha dewam kir; welatiyê bi navê Hemîd Saro jî ji gundê Kumreşê ji beriya 3 rojan ve hatiye girtin û ta niha zîndanîkirî ye. Her wiha welatiyê bi navê Îbrahîm Ebid El-Qadêr ji gundê Çeqmaqa mezin hatiye girtin.


Îbrahîm Ebid El-Qadêr berî ku were zîndankirin mixtarê gund bû. Piştre komîteya şaredariyan a meclisa navxweyî ya navçeyê ew ji erka wî tecrîd kirin.
Nûçegihan destnîşan kir ku Îbrahîm beriya hefteyekê hatibû girtin. Ji ber ku ew ji ser hişê xwe ve çûbû, milîsan ew serbestber dan.


Di nava heman hemleya zîndanîkirinê de, milîsan jina bi navê Sedîqa Ko Nasan a ji gundê Belce ya navçeya Raco bi tuhmeta beşdariya wê ya hilbijartinên meclisên rêveberiya xweser girtin û zîndan kirin.

Post source : Taybet

Related posts