Afrinpost
Meclisa nûneran a Amerîkî bi piraniya dengan biryara naskirina qirkirina Ermenan ku beriya 100 salî hatibû kirin bi dengdayîneke sembolîk ku di heman demê de dîrokî ye, erê kir.
Dewleta Tirk bi lez ev biryara meclisê şermezar kir.
Meclisa nûneran ku piraniya wê ji partiya demokratîk e bi hejmara 405 dengan beramberî 11 dengan erê kir.
Ev biryar teqez dike ku siyaseta Amerîka kuştina milyonek û nîv Ermenî li ser destê imperatoriya Osmanî di navbera sala 1915 û 1923’an weke qirkirinê nas dike.
Girtina vê biryarê dide nîşandan ku kongres bi her du partiyên xwe hem demokrat û hem komarî ji hikûmeta Tirkiyê ne razî ne.
Di heman rûniştinê de û ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji bakurê Sûriyê re, meclisa nûneran li ser biryara ku ji serok Donald Trump daxwaz dike ku cezayan li ser hikûmeta Tirk û berpirsên wê ferz bike, erê kir.
Biryara ferzkirina cezayan bi piraniya dengan 403 beramberî 16 dengan hat erêkirin.
Ev biryar di çarçoveya rawestandina êrîşên dewleta Tirk li dijî Hêzên Sûriya Demokratî ku bi hev re şerê Daiş’ê kirin, tê.
Girtina biryarên bi vî rengî têkiliyên hevbeş ên Tirkiyê û Amerîka bêtir teng dike.
Têkildarî heman biryarê hê jî meclisa rûspiyên kongresê derbarê vê biryarê de dengdayîn pêk neanîne.
Bi dehan salan biryara naskirina qirkirina Ermenan da ku têkiliyên Amerîka û Tirkiyê aloz nebin û ji ber zexta Enqere li ser washingtonê nedihat girtin.
Lê belê zagonsazên Amerîkî ji Tirkiyê ji ber kirîna moşekên S-400 ji Rûsya her wiha dagirkeriya dewleta Tirk ji bakurê Sûriyê re piştî vekişîna hêzên amerîkî, bi hêrs bûne.
Nûnerê kongresa Amerîkî yê demokrat Adam Schiff ku pev hejmareke mezin ji Ermenan li Daîreya xwe ya li Kalîforniya ye ji beriya 19 salan li ser biryareke wisa hewldan dikirin.
Êrîşên qirkirinê yên ku niha li dijî kurdan tên kirin, piştevaniya vê biryar kir û wiha got: ‘‘ Dema ku em dîmenên malbatên kurd ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û milîsên girêdayî wê dibînin, em ê çawa piştî sedsalekê bi bîr bînin û wiha dewam kir: Em nikarin wiha bibêjin, wê demê em nikarin ti sûcên şer ên li dijî mirovatiyê ji bo gotûbêjkirinê hilbijêrin … Ti hêzeke derve nikare li beramberî sûcên şer me bêdeng bike’’.