Milîsên ‘‘ Firqeya EL-Hemze’’ berhema 300 darên zeytûnê li gundê Şorbe talan kirin.

Milîsên ‘‘ Firqeya EL-Hemze’’ berhema 300 darên zeytûnê li gundê Şorbe talan kirin.

Afrinpost – Taybet
Niştecih û çekdarên milîsên îslamî yên bi navê Ceyş Elwetenî Elsûrî naskirî ne ku girêdayî dagirkeriya Turkiyê û rêxistina îxwan misilmîn, çalakiyên talankirina berhemên zeytûnê li tevahiya Efrîna dagirkirî, berdewam dikin.


Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Bilbilê ragihand ku ‘‘ Firqeya EL-Hemze’’ ku serekê wan Tariq Cûriye ye û li kêleka gundê Hesendêra bi cî bûne, berhema 300 darên zeytûnê yên şêniyê bi nave (N, Q) ji gundê Şorbe ye, talan kirin.


Nûçegihan destnîşan kir ku dema xwediyê erd xwest ku li pêşiya çekdaran rê bigire, bi armanca tirsandin û dûrxistinê bi zanabûn fîşek di ser wî re avêtin.


Her wiha nûçegihan teqez kir şênî giliyê xwe pêşkêşî rêveberiya milîs û dagirkeriya Turkiyê kir û di encama giliyê de, tevî ku berhema talankirî bi qasî du milyon lîreyên sûrî bû yanî 3300$ Amerîkî bû, çekdaran bi zanabûn tenê 300 $ Amerîkî dan şênî.


Lê zêde nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku milîs li kêleka çalakiyên talankirina berhemên cotkarên kurd, li ser her dareke zeytûnê dolarekî Amerîkî li ser cotkarên gundên wek Şorbe, Hesendêra û gundên din, ferz dike.

Related posts