Toreya peywendiyan a Turkiyê bi hezaran ji xetên telefonê li Efrînê rawestand.

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêma Efrîna dagirkirî ya berê girêdayî rêveberiya xweser bû ku toreya Turkî ya peywendiyan bi zanabûna bi hezaran xetên telefonê ku şênî bi kar tînin qut kirin. Her wiha beriya wê jî burcên toreya Sûrî ya peywendiyan wêran kiribûn.


Nûçegihan diyar kir ku toreya Turkiyê ya peywendiyan agahdarî ji telefonên şêniyan re şandin ku xetên telefonê ji xizmetê derketine û divê ew xetên nû bi kar bînin.


Nûçegihan teqez kir ku hinek şêniyan xetên nû yên telefonê ku ji aliyê meclisên navxweyî ve têne belavkirin, kirin telefona xwe. Lê belê ew xet piştî çend rojan ji bikaranîna wan hatin rawestandin.


Tê zanîn ku heqê xeta Turkî digihêje 17 hezar lîreyên Turkî.

Post source : Afrinpost- Taybet

Related posts