Milîsên îslamî mezareke Êzdî li gundê Şadêrê wêran kirin û desteyeke zagonî teqez dike ku 17 mezarên Êzdî li Efrînê hatine wêrankirin.

Milîsên îslamî mezareke Êzdî li gundê Şadêrê wêran kirin … û desteyeke zagonî teqez dike ku 17 mezarên Êzdî li Efrînê hatine wêrankirin.

Afrinpost
Çalakvaninan li gundewarê Efrîna dagirkirî, ragihandin ku milîsên îslamî yên girêdayî dagirkeriya Turkiyê û rêxistina ixwan mislimîn ku bi navê Ceyş Elhur/Ceyş Elwetenî tê naskirin, bi zanabûn mezarê şêx Rekab ji ber ku mezarekî Êzdî ye, wêran kirin.


Ew mezar li gundê Şadêrê(şeh eldêr) e, nîvê şêniyên wî bi ola Êzdî bawermend in.


Her wiha çalakvanan diyar kirin ku mezar li navîna goristana kurdên Êzdî yê li gundê Şadêrê dikeve, ye. Ew mezar a piraniya êzdiyên herêmên ‘‘ Deşta Cûmê ’’ ji gundên wek Celemê, Îska, şadêrê û xezawiyê ne lê zêde ku ew mezar li ba êzdiyên herêmê xwedî cihekî taybet e.


Çalakvanan ew agahî bi dîmenên ku çawa milîs wî mezarî wêran dikin, belge kirin. Her wiha milîsan ew cî ji xwe re kirin cihê destavê.


Milîs bi kiryarên bi rengî hestên şêniyên resen ên kurdên êzdî biçûk dikin û bêrêziyê li hemberî baweriya beşeke civaka kurdî nîşan didin.


Lê zêde çalakvanan diyar kirin ku milîsên îslamî bi kopirêsan li nava mezarê dikolin da ku şûnwaran derxin û dîroka êzdiyan binpê bikin û bidizin.


Çalakvanên kurd bangî hemû hêzên xêrxwaz û Rêxistinên Mafên Mirovan kirin ku destwerdanê bikin da ku rê li ber binpêkirin û gunehkariyên dagirkeriya Turkiyê û çekdarên wê derheqê Efrînê hem wek erd û hem jî wek milet, her wiha binpêkirinên derheqê êzdiyan de, bigirin.

Related posts