Milîsên ‘‘polîsên leşkerî’’ 30 şêniyên kurd ji gundê Kurzêlê direvînin … û hemleya lêgerîn û venêrîneke berfireh li nava gund dest pê kiriye.

Milîsên ‘‘polîsên leşkerî’’ 30 şêniyên kurd ji gundê Kurzêlê direvînin … û hemleya lêgerîn û venêrîneke berfireh li nava gund dest pê kiriye.
Photo Credit To Internet

Afrinpost – Taybet
Milîsên ‘‘polîsên leşkerî’’ yên girêdayî dagirkeriya Turkiyê û rêxistina ixwan mislimîn duh roja înê, dest bi hemleyeke biserdeçûna malên xelkên gundê Kurzêlê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya gundewarê Efrîna dagirkirî, kir.


Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku grûpeke otomobîlên leşkerî sibeha înê derbasî gundê Kurzêlê bû û li malan venêrîn da ku kesên ku berê danûstandina wan bi rêveberiya xweser re hebû, bigirin.


Nûçegihan anî ziman ku milîsan 30 sivîlên kurd, di nava wan de yên temen mezin hebûn, revandin û bi basan birin navendeke milîsan a revandinê ya li bajarê Efrînê.
Her wiha çalakvaninan ji Efrînê navên hinek kesên revandî ragihandin ku ew jî wiha ne:


Ehmed Wehîd Ebdo(85 salî ), Ferhad Şêx Ebid, Osman Ebdo(32 salî), Rêzan Hesen Nasêr, Hesen Tehsîn Nasêr(65 salî), Cîhad Subhî Nasêr(40 salî), Rêzan Hemo(30 salî), Mihemed Yûsif Hemkero(30 salî), Yihye Hemkero(52 salî), Zekeriya Yihye(25 salî), Bekir Henan Ewaş(63 salî) û Nûrî Şukirî Ewaş(60 salî)
Şêniyekî Efrînê yê bi navê Qehreman ji nûçegihanê Afrinpostê re axivî û wiha got:


Armanc ji çalakiyên revandina sivîlên kurd ên komî û takakesî, şantajkirina xwediyên wan in da ku li şûna serbestberdana wan pereyan bistînin.


Her wiha destnîşan kir ku revandina wan piştî arastekirina tuhmetên ku berê wan bi rêveberiya xweser re didan û distandin û li ser wê bingehê fidyeyên malî di navera 150 heyanî 250 hezarî li ser her kesekî/ekê revandî, dixwazin.


Bi derbasbûna salek û 7 mehan li ser dagirkirina Efrînê re, şêniyên Efrînê bangewaziya Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) û koalisyona navdewletî dikin da ku wan ji milîsên îslamî û dagirkeriya Turkiyê rizgar bikin.

Post source : Afrinpost

Related posts