Ji mehekê ve ye… milîsên ‘‘polîsên leşkerî’’ bavek xwedî du zarokan ji gundê Hesendêra revandiye

Ji mehekê ve ye… milîsên ‘‘polîsên leşkerî’’ bavek xwedî du zarokan ji gundê Hesendêra revandiye
Photo Credit To Afrinpost- taybet

Afrinpost – Taybet
Milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Turkiyê hemleyên revandina şêniyên Efrînê yên mayî, bi armanca bidestxistina pereyan her wiha koçberkirina wan berdewam dikin da ku guhertina demografîk bi temamî pêk were.


Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Raco ragihand ku milîsên îslamî yên girêdayî dagirkeriya Turkiyê xortekî kurd bi navê Taceldîn Mihemed Reşo yê 30 salî ji bêtirî mehekê ve revandiye.


Ew xortê revandî ji şêniyên gundê Hesendêra yê girêdayî navçeya Bilbilê ye, zewicî ye û xwediyê du zarokan e.


Her wiha nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku Taceldîn Reşo ji aliyê milîsên ‘‘polîsên leşkerî’’ ve ji mala wî di 26’ê Tebaxa derbasbûyî de bi hinceta danûstandina wî li gel Hêzên Rizgariya Efrînê hatiye revandin û pêşbîn kir ku ew niha li navenda revandinê ya milîsan ku bi navê zîndana Maratî tê naskirine, ye.

Post source : Afrinpost -Taybet

Related posts