Afrinpost-Taybet
Milîsên polîsên leşkerî yên girêdayî dagirkeriya Turkiyê, çarşema derbasbûyî jina bi navê Hêvîn Bilo piştî hefteyekê ji revandina wê pev hevjînê wê Mihemed Seydo Bilo serbest ber dan.
Nûçegihanê Afrinpost yê li navenda herêma Efrînê ragihand ku milîsên polîsên leşkerî piştî bi Hêvînê re lêpirsîn çêkirin bêyî ku ew bi xwe tawanên jê re çûne nas bike, serbest ber dan û wiha berdewam kir:
Hevjînê wê Mihemed Seydo Bilo hêjî di bin lêpirsîna milîsan de ye, telefona wî ya taybet jî desteser kirine.
Milîsan di 28’ê Îlona derbasbûyî de Mihemed Seydo Bilo û hevjîna wî Hêvîn ji pêşiya mala wan a li taxa Eşrefiyê revandin û birin dibistana amadehî ya bazirganiyê ya li nêzî baxçeya Newroz ku wek navendeke kesên revandî ye.
Mihemed Seydo karmendê saziya avê ye û ew û hevjîna wî ji gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê ne.