Dagirkeriya Turkiyê blokên xuresanî tîne sînorê bi Efrînê re

Dagirkeriya Turkiyê blokên xuresanî tîne sînorê bi Efrînê re
Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Ajansa Anadolê ya girêdayî dagirkeriya Turkiyê roja pêncşemê bi bîr xist ku hêzên dagirkeriya Turkiyê 21 barkêşên bi blokên xuresanî dagirtî ne, ber bi xalên leşkerî yên li ser sînorê bi Efrînê ya nêzî eyaleta Hatayê re şandin.
Barkêş roja pêncşemê gihîştin bajarê Rîhaniyê ya girêdayî eyaleta Hatayê.
Ew bolkên xuresanî dê li ser xalên leşkerî yên li gundewarê Efrînê werin belavkirin.
Bilindahiya her blokekê 4 M û giraniya wê 11 ton e.
Her wiha hêzên dagirkeriyê têlên bistrî li ser sînorê bi Efrînê re nû kirin.
Ji 18’ê Adara 2018’an de hêzên dagirkeriya Turkiyê li gundewarê Efrînê di xalên leşkerî de û bi taybet li ser çiyayan wek bilindahiyên çiyayên navçeya Raco û Bilbilê yên nêzî sînor bi cî bûne.


Post source : Afrinpost-Taybet

Related posts