Afrinpost -Taybet
Dagirkeriya Turkiyê û milîsên îslamî yên girêdayî wê, revandin û şantajkirina şêniyên kurd ên li Efrînê mane û bi taybet ciwanan berdewam dikin da ku pereyan ji şêniyan bistînin û wan bi zorê koçber bikin ku di encamê de guhertina demografîk bi temamî pêk were.
Di vê derbarê de milîsên îslamî yên girêdayî dagirkeriya Turkiyê beriya hefteyekê, welatiyê bi navê Cuma Kalo ji mala wî ya li gundê Keferzîtê yê girêdayî navçeya Cindirêsê bi tawana ku berê bi rêveberiya xweser re dida û distand revand.
Nûçegihan Afrinpost yê li navçeya Cindirêsê ragihand ku milîsan welatiyê bi navê Cuma yê 40 salî û nexweşiya şekir pê re ye, revandiye û çarenûsa wî ta niha ne diyar e.
Milîsên Firqeya Elhemze ev gund û gundên din ên derdora navçeya Cindirês û Şêrawa dagir kiriye.
Ji dema ku milîsên Firqeya Elhemze bi zorê derbasî van gundinan bûne û ta niha xelkên wan gundinan rastî hemû binpêkirinên dermirovî û derexlaqî tên.
Kurdekî 40 salî ji gundê Keferzîtê yê Cindirêsê hate revandin
Photo Credit To Nêt