Milîsên îslamî (şûheda elşerqiyê) yên girêdayî Dagîrkeriya tirkiyê dîsa vedigerin Efrînê

AFRINPOST
Dagîrkeriya tirkiyê rê dide milîsên xwe yên îslamî (şûheda elşerqiyê), da careke din vegerin Efrînê, tevî ku dagîrkeriya tirkiyê xwe weke şerkerê gendeliyê dide nas kirin.
Rewangeha çavdêriya mafên mirovan ê sûrî roja duşemê ragihand, ku ew agahdariya vegera piraniya milîsên îslamî (şûheda elşerqiyê) bi gerantiya(deman) dagîrkeriya tirkiyê careke din bo Efrînê bûye.
Heman jêderê diyar kir, ku dagîrkeriya tirkiyê berpirsiyarekî milîsên îslamî (şûheda elşerqiyê) piştî vegera wî bo Efrînê girtiye, belam hîn çi pêzanîn (information) heta niha di derbarê çarenûsa berpirsyarê giştiyê milîsên îslamî (şûheda elşerqiyê) yê bi ser dagîkeriya tirkiyê ve „Ebû xewle“ nehatiye bi dest xistin, ka gelo ew jî dê vegere Efrînê û careke din teve giropên dinê îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê ve be yan na, piştî derketina wî ji Efrînê di encama şerê navxweyî yê milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê li navenda Efrînê di 18ê Mijdarê (November) de.
Di 19ê Mijdarê(November) de, Rewangeha sûrî belav kir, ku hejimara jidestçû û kuştî bi egra şerê navxweyî yên milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê li navenda Efrînê di 18ê Mijdarê de ji herdû aliyên şerker ve gihîştiye 32 kuştiyan, jê 14 kuştî ji çeteyên milîsên îslamî (şûheda elşerqiyê) ne.
Herwiha hin pêzanîn hene ku kuştî û birîndar di nav hêzên dagîrkeriya tirkiyê de jî hene, piştî ketina dagîrkeriya tirkiyê bi hêza xwe nava şerê milîsên îslamî bi panzêr(debabe) û tirimbêlên xwe yî zirxî ve.
Piştî evî şerî, lihevkirinek hatiye encamdan, ku milîsên îslamî (şûheda elşerqiyê) bi malbatên xwe ve biçin bo navçeya Cindirêsê yê girêdayî Efrînê. Ev jî tê wî wateyê ku mebesta dagîrkeriya tirkiyê ne bidawîkirina gendeliyê ye wekî ku ew û dûvikên wî dibêjin, berovajî wê yekê tenê dixwaze ewan milîsên îslamî ji navenda Efrînê dûr bixe, da nameyekê bide aliyên navdewletî, ku dagîrkeriya tirkiyê bo parastina ewlehiya herêma Efrînê yê dagîrkirî kar dike, bi taybetî piştî ku hinek Efrîniyan giliyê xwe rakirin dadgehên Awrupî.
Tevî vê jî şerê navxweyî yê milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê bê destdirêjîkirina ser serûsaman(malûmilkên) Efrîniyan derbas nebû, weke hercarê karê dizîn û neşilkirina Efrîniyan kirin.
Çalakvanan anîn ziman ku destdirêjîkirina çekdarî bi ser malên Efrîniyan de çê bûne, bi behaneya(hiceta) ku li çekdarên milîsên îslamî (şûheda elşerqiyê) digerin.
Ji roja dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê dagîrkeriya tirkiyê û milîsên wê yên îslamî ve, karê dizîn û neşilkirina Efrîniyan bi giştî dest pêkiriye. Lewra çalakvanan roja 18ê Adarê roja dagîrkirina Efrînê weke „ Roja Kuliyan/ yewm elcerad“ bi nav kirin, ewnede dizîn û destdirêjîkirina ser malên Efriniyan bi navê „ Elxenayêm“ ji aliyê çeteyên milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê ve hate kirin.

Related posts