AFRINPOST
Milîsên girêdayî dagîkeriya tirkiyê, malbateke Kurd ji 9 kesan pêk tê, piştî ku malbat ji geraca Tirimbêlan li navenda şiyê derdikeve direvînin, tevî ku piraniya endamên malbatê jin in jî.
Çalakvanan wisa anîn ziman, ku navê kesên hatine revandin di lîsteya kesên ku ji geraca Tirimbêlan derketî ne, bê ku navê wan ji me re diyar bikin.
Di demekê de ye, ku rewangeha çavdêriya mafên mirovan ê sûrî dibêje, ku ew malbat di êvara şeva yekşemê de hatiye revandin li navçeya şiyê, herwiha heta niha ew malbat hîn jî girtî ye.
Milîsên ku ev malbat revandine daxwaza 25 hezar dilarên Amirêkî dikin, wisa ji birayê kesekî girtî hatiye xwastin.
Ev bûyer piştî demeke kurt ji bidawîkirina hemleya bi navê „gendelîker û kesên ku rêzgirtina yasayê nakin“ ji aliyê dagîrkeriya tirkiyê û milîsên îslamî yên pêve girêdayî ve, pêk hatiye.
çavdêr dibînin ku hemû destdirêjî û derbastkirinên yasayî yên ku ji aliyê milîsên îslamî yên bi ser dagîrkeriya tirkiyê ve, ew ên ku Efrîn di 18 Adarê 2018 dagîrkirî ne, bi serpereştiya îstêxbaratên tirkiyê ye, yên ku dibistana „Emîr elxûbarî“ weke navendekê ji xwe re bikar dihînin.