Gorên gundê Habo jî hatin şikandin

AFRINPOST- Taybet

Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê li gundê Hebo yê herêma Efrînê/Rojava kêlên Goran wêran kirine.

çavkaniyekî xwecihî ji AFRINPOSTê re anî ziman ku milîsên îslamî “El-Muntasêr Bilah” li vê dawiyê kêlê gorekî li gundê Hebo yê navçeya Mabeta şikandin, ji ber ku li gorî bîr û baweriya milîsan a radîkal divê gor bi rûyê erdê re were rast kirin.

Herwisa heman çavkaniyê diyar kir ku ew gor a Behrî Egîd bavê dozger Evdilrehman Egîd e.

Hêjayî nîşanpêkgirinê ye ku piraniya hemwelatiyên wî gundî vegeriyane malên xwe, tevî ku 10 mal di hêrişa asîmanî ya dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî di dema sherê li dijî herêma Efrînê de hatine rûxandin, weke tê zanîn ku hejmara malên gund 35 in.

Related posts