Dagîrkeriya Tirkiyê bircên telefûnan ên Sûrî li Cindirêsê radike

AFRINPOST- Taybet

Di çarçoveya hewlên rewakirinê ya dagîrkirina herêma Erfrînê/Rojava de, dagîrkeriya Tirkiyê dest bi rakirina bircên telefûnên sûrî kiriye.

Nûçegihanê AFRINPOSTê da xuyakirin ku pirojeya birandina torên Telefûnê Sûrî li navçeya Cindirêsê ketiye ronjevê û dagîrkeriya Tirkiyê li navenda Cindirêsê Bica nêzî mizgefta rojhilat hil kir û hewil dide li şûna tora telefûnên sûrî ya Tirkî bi cih bike.

Ev kiryara hanê bûye cihê nîgeran (qeleq) û metirsiyê li ba şêniyan ku êdî ew nikarin bi telefûnan bi kesûkarên (merivên) xwe yên derveyî herêma Efrînê re têkildar bin, çi yên ku li Helebê bin an li cihekî dinê Sûriyê bin.

Related posts