AFRINPOST- Taybet
Nûçegihanê AFRINPOSTê ji navçeya Şera ragihand ku milîsên îslamî yên Opozîsiyona Sûrî bi hemû cureyan zorê li Efrîniyan dikin, weke ku nahêlin Efrînî vegerin malên xwe.
Peyamnêrê me got ku heman milîsan rê nadin hemwelatiyê bi navê (E.S) ê ji gundê Qitmê vegere mala xwe, tevî ku ew hemwelatî ji Efrînê derneketibû jî û niha li navçeya Şera dimîne.
Hêjayî gotinê ye ku milîsên dagîrkeriya Tirkiyê ji roja dagîrkirina Efrînê ve gelek gund ji xwe re kirine binke û xalên leşkerî û nahêlin xelkên wan gundan vegerin malên xwe.
Ji aliyekî din ve nûçegihanê AFRINPOSTê anî ziman rêjeya kesên ku vegeriyane Qitmê tenê 50%î ye û yên din jî hemû Niştedagîrên Ereb têde bi cih bûne. Di dema ku gundiyên Qitmê weke penaber li Şehbayê û gundên Şêrewa dimînin de, mal û milkên wan bûne destkeftiyên Niştedagîr, milîs û dagîrkeriya Tirkiyê, herwisa jimara xaniyên gund jî digihêje 700 xanî.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku gundê Qitmê di dirêjayîya Şerê navxweyî ya Sûriyê de gelek caran ji aliyê opozîsiyona Sûrî ve hatiye topbarankirin û gelek birîndar û şehîd jî di ecamê de ketine, weke ku di sala 2016an de di encama topbarankirina gund ji aliyê opozîsiyona sûrî ve hemwelatî „Xerîb Hemdo Sîdo- 65 salî şehîd bû û pîrejina wî jî Zêneb Evdilhemît Omer ji pişta xwe ve birîndar bibû û kurê wan jî Cîhad Sîdo li Baflonê birîndar bibû.