Zimanê Tirkî û Erebî bû yê fermî, Kurdî jî ma ji xwedê re

AFRINPOST- Taybet

Çavkaniyekî taybet ji AFRINPOSTê re diyar kir ku êdî milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê Efrîniyan bi fêrbûna Zimanê Kurdî jî ditirsînin.

Heman jêderê got ku fêrbûna zimanê Kurdî li dibistanên dagîrkeriya Tirkiyê weke bijardeyekê tê fêrkirin, piştî ku zarokên Efrîniyan bi zimanê xwe di dema Rêveberiya Xweser de dixandin niha tenê çend dersên ne îcbarî hene.

Herwisa çavkaniyê anî ziman ku dersên Zimanê Kurdî li hemû dibaistanên dagîkeriyê de nînin, li gelek dibistanan Revebir ji Niştedagîrên Ereb in ên ku ji Himis, Hema û xûteya şamê hatine, ew jî daxwaza fêrkirina Zimanê Kurdî nakin û bi vî rengî jî Zimanê Kurdî nayê fêr kirin. heya dibistanên ku rêvebirê wan Kurd bin jî newêrên daxwaza fêrkirina Zimanê Kurdî bikin.

Related posts