Istêxbarata dagîrkeriya Tirkiyê dibistanên Olî li Efrînê vedike

AFRINPOST- Taybet

Dagîrkeriya Tirkiyê bi hevkariya „Komeleya Ciwanên Tirkman ên Sûriyê“ li Efrînê peymangeheke (înstîtût) Olî bi navê „El-Fetih El-Mûbîn“ li gundê „Kurzêlê“ yê girêdayî herêma Efrînê/Rojava vekirine, herwisa li ser Social Media ya milîsên dagîrkeriya Tirkiyê Vîdiyoyek hatiye weşandin ku têde zarokên gund fêrî jiberkirina Qurên dikin.

Dagîrkeriya Tirkiyê û hevkarên wê weke Rêxistina Birayên Mislimanan (Ixwan El-mislimîn) li gel koalîsiyona rikber ya Sûrî û girûpên wê yên radîkal ên çekdar li herêma Efrînê hewla îslamkirinê bi awayekî radîkal dikin, ku civaka Efrînê bi pirrengiya xwe û pêkvejiyana xwe naskirî ye, Êzdî, Xiristiyan û Elewî bi salên dûr û dirêj bi hev re bê pirsgirêk jiyane.

Di şerê dagîrkirina Efrînê de, dagîrkeriya Tirkiyê çekdar û grûpên milîsên îslamî bi zanebûn hilbijartin, da bi kîn û zikreşî pilana jinavbirina Kurdan li herêma Efrînê birêve bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li 90 hezar mizgeftên Tirkiyê di nimêja berbangê de li roja 21.01.2018an de bi fermana serokatiya Tirkiyê Sûreta „El-fetih“ hate xwendin û niza (Di`a) kirin ji bona serkeftina hêza dagîekeriya Tirkiyê di şerê jinavbirina Kurdan de li Efrînê bi ser bikeve.

Ev kiryara hanê tenê nimûneyekê ji dîroka hovane ya dîktator „Sedam Husên“ tîne bîra mirovan ku wî jî bi sûreta Enfalê 182 hezar Kurd kuştin, herdu welatan bi sûretên Quranê hêrîş birin ser Kurdan û hewla jinavbirina wan kirin.

Diyar e ku xwendina sûreta „El-Fetih” nîşana wê yekê ye ku artêşa dagîrker û milîsên îslamî propogandeya destpêkirina şerê Misilmanan dijî Gawiran (Kurdan) dikin weke ku ragihandina dewleta dagîrker a Tirk bi Nêrîna Giştî re parve dikrî, heya ku li ser Social Media artêşa Tirkiyê weke Artêşa Mohemedî dihate binavkirin.

Bi berdewamkirina zincîra siyaseta qirkirinê, înstîtûta „El-Fetih El-Mûbin“ li gundê „Kurzêlê“ hate vekirin, da ku Kurdan weke gawiran bidin xuya kirin, lewra jî kuştina Kurdan û jinavbirina wan erekeke olî ye û divê hemû Misilman pê rabin, herwisa jin û samanên Kurdan jî helalê rêxistinên weke El_Nusra, Daişê û hevbîrên wan in ku dagîrkeriya Tirkiyê wan perwerde dike, ji bilî wê jî Kurd dê li ser destê dagîrkeriya Tirkiyê werin ser Riya Xwedê.

Di Vîdiyoyê de qeşmeriya endamên Kurd ên Encûmenên Dagîrkeran li Efrînê/Rojava xuya dike, ku rola wan tenê kombars û wergêrvanên dagîrkeran in di nav gundiyên Efrînê de, herwisa destekê degîkeriya Tirkiyê ne ji bona rewakirina dagîrkirin û birêvebirina Guhertina Dêmografîkî li herêm Efrînê.

Ji wê bêhtir tenê bûne rêklamvanê rêxistina „Komela ciwanên Tikman ên sûriyê“, ku ev rixistin bi piştgiriya diravî, siyasî û logîstîkî ya istêxbarata (MIT) dagîrkeriya Tirkiyê di van salên dawî de hatiye ava kirin û êdî roleke giring li nav rikberiya sûrî de dilîze û Ola îslamî ji xwe re bikar tîne da cihê xwe di nav xelkê de çê bike. Hêjayî gotnê ye ku Serokê niha yê Koalîsiyna Opozîsiyona sûriyê „Ebdilrehman Mistefa“, yê ku bi piştgiriya Anqerayê hatiye ava kirin, di heman demê de serokê Encûmena Tirkman a Sûrî ye jî, ku ev encûmen di xarîteya xwe de ya bi navê Dewleta Tirkaman hemû xaka Rojava, bakurê Sûriyê û herêma bakurê Kurdistanê weke xaka dewleta Tirkmanan binav dike.

Di vê çarçovê de dagîrkeriya Tirkiyê li şona dibistanekê li Efrînê dibistana îmam xetîb „Paşa qereca“ vekiriye, ku ev cure dibistan ji dibistanên olî yên herî binavûdeng in li Tirkiyê, ku serokê Tirkiyê Erdogan bi xwe jî li wan dibistanan xwendî ye.

Karûbarên Olî ya Tirkiyê „Diyanet“

Ev dezgeha hanê ya bi navê „Diyanet“ roleke mezin di hundir Tirkiyê û derve de dilîze û weke piyekî AK partiyê ê bihêz tê nas kirin, ku Erdogan bi riya vê dezgehê û bikaranîna Ola îslamî civakê bi giştî kontrol dike, herwisa bi vî hawî jî li herêmên dagîrkirî yên bakurê Sûriyê ev dezgeh gelek diravan bo îmam û mizgeftan dide, da bîr û baweriya Ixwan El-mislimîn (Birayên Mislimanan) li wan herêman biçînin û propogandeya Erdogan li wir bikin bi navê rêxistinên xêrxwazî yên olî ku ji pêwîstiyên xelkên perîşan keysê werdigirin da siyasta dewleta dagîrkeriya Tirkiyê derbasê bikin.

Li gorî rojnameya Tirkî „Zeman“ ku bodceya (mîzaniyeta) dezgeha „Diyanet“ a dagîrkeriya Tirkiyê bi 5 caran ji ya Istêxmaratê (MIT) bilindtir bûye û 4 caran jî ji ya wezareta karûbarên weberhênanê (istismaratê).

Herwisa li gorî rapora rojnameya “Ehval“ a Tirkiyê ku dezgeha „Diyanet“ bi piştgiriya (MIT)ê hişê Sûriyan li Bakurê Sûriyê kontrol kiriye, û propogandeya êdolojîka Birayên Milsilmanan (Ixwan El-Mislimîn) dike, ku serokê Tirkiyê Erdogan bi xwe jî bi bîr û baweiya Birayên Misilmanan re ye û êdolojîka wan birêve dibe.

Weke tê zanîn ji roja ku Erdogan hetiye ser têxt (desthilatdariyê) dezgeha diyanet hewl dide revendên misilman li derve bixe bin kontrola xwe û bi vê riyê kultûra Tirkî derbasî nav civakên din ên misilman bike, ku „Diyanet“ evî karî bi hevkariya (MIT)ê birêve dibe. Di 13.09.2018an de „Diyanet“ raporek belav kiriye û têde karûbarên xwe li herêmên „çiqila zêtûnê“ û „Mertala Firatê“ nirxandiye, ku ev herdu nav jî navên opêrasiyonên dagîrkeriya Tirkiyê dijî herêmên bakurê Sûriyê ne, ku niha di bin rêvebiriya dagîrkeriya Tirkiyê de ne.

Ew rapora „Diyanet“ê ji 104 rûpalan ne, têde behsa nûkirina Mizgeftên hatinî rûxandin dike, lê belê pispor dibêjin karûbarê evê dezgehê di nava xaka sûriyê û nava penaberên sûrî yên li Tirkiyê de ji vê yekê wêdetir e.

Hêjayî Gotinê ye ku Istêxbarata Almaniyayê, piştî bilindbûna dengê îmaman li mizgeftên Tirkan ên li Almaniyayê û piştdayîna wan ji bona şerê dijî Kurdan li Efrînê, ramana çavdêrîkirina evê dezgehê dike. Herwisa hejmara Mizgeftên „DITIP-Tirkî“ yên Diyanetê li Almaniyayê bêhtirî 900 mizgeft in, ku hemû jî Pere û diravên xwe ji hikûmeta Tirkiyê werdigirin û îmamên wan jî ji Tirkiyê têne şandin.

Related posts