Radîkalên dagîrkeriya Tirkiyê ji bona nimêjkirinê li deriyê Efrîniyan didin

AFRINPOST

Rêxistina mafê mirovan li Efrînê ragihand ku diyardeyeke metirsîdar li gundewarên Efrînê/Rojava belav bûye ku berê tiştên wisa tune bûn.

Herwisa heman rêxistinê got ku li navçeya „Mabeta“ grûpeke radîkal, ji derdora 10 kesan pêk tê, derketiye, bi cilûbergên (gelabiya kinik) Daişê ne, ku li pêş Mizgeftê, kolan û koçên nevçeya „Mabeta“ radiwestin (disekinin) û „Bihinxweşa Olî“ li xelkê direşînin û ji xelkê dixwazin biçin mizgeftê.

Ji aliyekî din ve Rêxistina mafê mirovan anî ziman ku heman Grûpa radîkal êdî li deriyê malan jî didin û daxwaza çûyîna mizgeftê ji wan dikin, ku ev jî bûye cihê tirs û gumanan li ba xelkê navçeyê.

Related posts