Milîsên dagirkeriyê 2 şêniyên Kurd li Efrînê revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Ixwanî yên dagirkeriya Tirkî di rojên pêşîn ên meha Hezîranê de, 2 kurd bi tawana danûstandina li gel Rêveberiya Xweser li herêma Efrînê dagirkirî revandin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Siqûr El-Şam” 3`ê Hezîranê 2021 şêniyê Kurd Ehmed Umer 33 salî ji mala wî li gundê Kotana yê navçeya Bilbilê revand û bir cihekî ne diyar.

Li bajarê Efrînê jî, milîsên “Sultan Mûrad” beriya derdora hefteyekê şênî Xelîl li bajarê Efrînê revand û hûgiliyên bûyera revandinê bi giştî nehat zanîn.

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn zext û guvaşê li Kurdan zêde dikin da ku ji Efrînê koçber bikin û guhertina demografîk pêk bînin.

Related posts