Leşkerên Tirk li gundê Çiyê şivanekî Kurd bin çav kir

AFRINPOST-Taybet

Pêvajoya girtin û revandina Kurdan bi armanc û sedemêm cuda dewam dike.

Leşkerên dagirkeriya Tirkî di rojên pêşîn ên heyva Pûşberê(Hezîran) de, şêniyekî Kurd dema ku pezê xwe li dorhêla gundê Çiyê yê navçeya Raco diçêrand, bin çav kir û hêjî çarenûsa wî heta niha ne diyar e.

Li gorî çavkaniyên Afrinpostê şênî bi navê Dêrsim Mihemed Elî Hemo(22 salî) ye. Wî pezê xwe li dorhêla gundê Çiyê li çiyayê Hawarê diçêrand, lê belê leşkerên Tirk ên ku li baregeha xwe li gund bi cî bûbûn, ew bin çav kir û bir zîndaneke xwe li bajarokê Raco ku ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Xort Dêrsim ji şêniyên gundê Çiyê ye. Lê ji ber ku artêşa Tirk gundê wî ji xwe re kir baregeheke leşkerî, şêniyên gund ji bilî malbata Fewzî Osman (ew jî xizmeta leşkerên baregehê dike) newêrîn vegeriyana gund. Ji ber vê yekê ew ji dema ku herêma Efrînê sala 2018 hatiye dagirkirin, li gundê Avrazê dijî.

Gundê Çiyê ji derdora 60 malî pêk tê. Gund bi şêniyên xwe geş bû. Lê belê dagirkeriya Tirkî di rojên dagirkirina Efrînê de, hejmareke malên gund kirin baregeh û yên mayî jî hê vala ne. Her wiha dagirkeriyê rê da ku hinek şivanên niştedagîr li dorhêla gund kampekê ji xwe re ava bikin ku bi ser de jî wan şivanan navmaliyên gund talan kirin.

Related posts