Çekdarên dagirkeriya Tirkî li Efrînê gule li şêniyekî Kurd reşandin

AFRINPOST-Taybet

Komeke çekdar ên dagirkeriya Tirkî sibeha roja Yekşemê li ser rêya Efrîn-Raco rê li ber şêniyekî Kurd ku li motorsikletê siwar bûbû, girt. Çekdaran bi tawana ku ew hatiye xwestin, hewl dan wî birevînin, lê dema ku şênî li hemberî wan xwe ragirt, çekdaran guleyek li lingê wî xist û wisa li erdê li pey xwe hiştin.

Li gorî çavkaniyên Afrinpostê li herêmê, şêniyê Kurd Ehmed Reşîd Dawûd 52 salî û bi navê “Ebû Alan” naskirî ye, bi otomobîla xwe saet 7`ê sibehê berê xwe gundê Avrazê. Koma çekdaran li xaçerêya gundê Cûqê rê li ber girt û xwestin birevînin, lê “Ebû Alan” karî xwe ji wan xilas bike û reviya ji ber vê yekê çekdaran guleyek li lingê wî xist û bi cekê li serê wî dan û wiha li ser erdê hiştin, Piştre ambulansek rastî hatê û ew rakirin nexweşxaneya leşkerî li bajarê Efrînê.

Çavkaniyan hewl da berî ku lê bidin, rakêşin nava zeviyên zeytûnan, da ku li wir bikujin, lê berxwedaniya “Ebû Alan” û qerebalixa li ser rê, plana çekdaran bi bin xist.

Tê zanîn ku herêma bûyer lê qewimiye, di bin serweriya milîsên “Firqeya El-Hemzat” a dagirkeriya Tirkî de ye.

Related posts