Desthilatên dagirkeriya Tirkî 2 Efrînî piştî 3 salan ji revandinê berdan

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî di nava hefteya borî de, 2 şêniyên Kurd piştî bêtirî 3 salan ji revandinê û zîndanê berdan.

Li gorî çavkaniyên Afrinpostê desthilatên dagirkeriya Tirkî, 2`ê Hezîranê 2021, şêniyê Kurd bi navê Seydo Bêrem Bêrem yê (30 salî), piştî 3 salan hat berdan.

Seydo Bêrem zewicî ye, 24`ê Nîsana 2018`an ji mala wî li gundê Kêla yê navçeya Bilbilê ji aliyê desthilatên dagirkeriya Tirkî ve hatibû binçavkirin ku li bajarokê Mîdan Ekbezê girtî bû ku piştre derbasî zîndana nepenî ya li bajarokê “Raî” ya gundewarê Helebê kir û xwediyên wî derbarê wî de heta beriya 3 mehan ji veguhastina wî ya zîndana Maratê tiştekî nedizanîn. Ew dan ber dadgeha dagirkeriya Tirkî li bajarê Efrînê ku wê jî 3 sal û 2 heyv li birîn(dema revandinê jî, jê re hat hesibandin).

Dadgeha biryara berdana wî da bi ser de jî baceke darayî bi 3000 lîreyên Sûrî birî. Tê zanîn ku 26`ê Adara 2018, çekdarine ji milîsên “Feyleq El-Şam”, şêniyê Kurd bi navê Ehmed Seydo Şêxo ji mala wî li gundê Kêla revand û hêjî çarenûsa wî ne diyar e.

Gundê Til Silorê – Cindirêsê:

Li navçeya Cindirêsê, desthilatên dagirkeriya Tirkî 1`ê Hezîrana 2021, şêniyê Kurd bi navê Luqman Kemal Mihemed (41salî) ji şêniyên gundê Til Silorê piştî 3 sal û 3 mehan berda.

Luqman 16`ê Adara 2018`an ji aliyê milîsên “Ehrar El-Şamiyê” û istixbarata Tirkî û hejmareke şêniyên gund bin çav kir û avêtin zîndana Maratê ya Efrînê piştre derbasî zîndana Maratê kirin lê piştî dayîna baca darayî 3100 lîreyên Tirkî da, ew berdan.

Çavkaniyên Afrinpostê teqez kirin ku her du şênî Seydo û Luqman bi pirsgirêkên derûnî û tenduristî re rûbirû ne ku her du şênî di zîndanên milîsan ên navxerab de rastî îşkenceyeke giran hatin.

Related posts