2 Kurdên Efrînî di bin îşkenceyê de şehîd bûn

AFRINPOST-Taybet

Du xortên Kurd yên Efrînî li herêma Efrîna dagirkirî li zîndanên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî di bin îşkenceyê de şehîd bûn.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku her du xortên Kurd bi navê Îsmet Reşîd Midewer(30salî) ji şêniyên gundê Xelnêrê û Kawa Umer(34) salî ji gundê Dargirê yê gundewarê Efrînê ji ber ku milîsên dagirkeriyê bi giranî û bênavber ew îşkence kirin, şehîd bûn.

Şênî Îsmet 8`ê Îlona 2018 ji aliyê milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” ve hat binçavkirin û avêtin zîndana “Raî” ya navxerab û di bin îşkenceya milîsan de şehîd bû.

Li gorî nasekî şehîd Îsmet, milîsan termê wî tevî daxwaza malbatê jî, radest nekir û li cihekî nediyar binax kir, da ku şopên îşkenceyê ji aliyê ti kesî ve neyê dîtin û wiha dewam kir; Îsmet Hezîrana 2020 hat kuştin, lê beriya 2 rojan em agahdar bûn. Şênî Îsmet xwediyê 4 zarokan bû.

Şêniyê din bi navê Kawa Umer ku di zîndanê de ji ber îşkenceya dijwar şehîd bû, ji şêniyên gundê Dargirê ye.

Şêniyek ku bi Kawa re girtî bû û beriya demekê ji zîndana bajarê Babê hat berdan got ku Kawa li pêş çavên min kuştin û wiha ji Afrinpostê re da zanîn;

Kawa di şeva wefata wî de rastî îşkenceyeke giran hatibû, dema anîn zîndanê ji hal ketibû ku tenê wek cesed mabû. Bi sibehê em rabûn, me dît ku wî jiyana xwe ji dest dabû.

Xortê bi Kawa re zîndanîkirî bû, bi bîr nexist ku kengî Kawa hat kuştin tenê got ku di sala 2020 de wî ji ber îşkenceya giran jiyana xwe ji dest da.

4`Nîsana 2021 Afrinpostê derheqê şehîd Kawa de hinek agahî derheqê rewşa wî de parve kirin. Wê demê da zanîn ku Kawa di zîndana “Zîraya” ya bajarê Babê ya navxerab de bû ku ji ber îşkenceyê rewşa xwe ya tenduristî xerab bû û bîra xwe wenda kiribû.

Termê şehîd Kawa jî, ji malbatê re nehat radestkirin da ku sûcên milîsan aşkere nebin.

Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku malbata Kawa hewl didin ku termê wî ji milîsan bigirin û li gorî rê û resmên xwe bispêrin axê.

Milîsên “El-Hemzat” 6`ê Gulanê sala 2018 Kawa û jina wî Rûken Menla ya 27 salî ji gundê Dargirê revandin.

Related posts