2 Çekdarên milîsên “Feyleq E-Qudis” ji zîndana gundê Gemrûkê beramberî 5000000$ hatin revandin

AFRINPOST-Taybet

Armanca milîsên Ixwanî yên dagirkeriya Tirkî pere ne. Pere dost û dijminên wan ji hev dernaxin. Her wiha bi berdewamî pevçûn di navbera wan de li ser desteserkirina mal û milkên Efrîniyan derdikevin. Êdî bidestxistina pereyan li ba milîsan rêgezeke jiyanî ye.

Di vê derbarê de milîsan li vê dawiyê bi armanca bidestxistina pereyan hinek milîsên bi ser Îranê ve ji zîndanên wan revandin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku 2 çekdarên “Lîwa El-Qudis” ên bi ser Îranê ve ji zîndana gundê Gemrûkê yê navçeya Mabetayê, êvara Yekşemê 20`ê Gulanê revîn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihan bi dest xistine, her du çekdarên ku revîne, bi navê Ehmed Ferac û Bîlal Rafih in. Ew bi alîkariya çekdarên “Siqûr El-Şemal” ku nobedariya zîndanê dikirin, beramberî pereyên pir revîn. Piştî ku revîn milîsên “Ceyş El-Wetenî” navên wan li ser rêbendên kontrolê belav kirin.

Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku ew her du çekdarên revî, li gundê Burc Abdullah ê navçeya Şêrawayê 15`ê Sibata 2021, dema ku dixwestin bi rêya milîsên “El-Hemzat” di gundê Basûtê re birevin Tirkiyê, hatin girtin.

Nûçegihan diyar kir ku çekdar Bîlal Rafih li gel çekdarekî din 5000000 lîreyên Sûrî beramberî revandinê dabû nobedarên zîndanê û got ku mal û milkên wî çekdarê bi Îranê ve li Tirkiyê bi qasî 4000000$ hene.

Related posts