Niştedagîrên diz bi ser mala şêniyekî Kurd de girt û pere û zêr talan kirin

AFRINPOST-Taybet

Niştedagîrên diz ji Xûtayê sibeha roja Çarşemê, bi ser mala şêniyekî Kurd de li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê de girtin û pere, navmalî û zêrên wî dizîn.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku niştedagîrên diz bi ser “Ceyş El-Îslam” de têne hesibandin, bi ser mala şêniyê Kurd Mihemed Ehmed bi nasnav “Ebû Şiyar” yê 60 salî ji şêniyên gundê Kaxirê de girt û ew û jina wî benc kirin. Piştre zêrên jina wî dizîn û 2000 lîreyên Tirkî û telefona wî jê standin.

Şênî Mihemed Ehmed “Ebû Şiyar” li jêrî avaniya “Çîlo Kîmar” li dorhêla baxçeyê Eşrefiyê firoşgehek vekiriye.

Related posts