Desthilatên dagirkeriya Tirkî xortekî Kurd bin çav kir

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê roja Şemiyê ragihand ku desthilatên dagirkeriya Tirkî roja Pêncşemê 22”ê Nîsanê, şêniyekî Kurd bi navê Xelîl Mihemed Umer 29 salî ji şêniyên gundê Basûtê yê Şêrawayê bi tawana peywendiya li gel Rêveberiya Xweser bin çav kir.

Nûçegihan da zanîn ku şênî Xelîl zewicî ye, û xwedî du zarok in. Ew bin çav kirin û birin zîndana istixbarata Tirkiyê ku li çapxaneya Ronahî ya berê.

Di çarçoveyeke din de, rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku niştedagîrekî ji Xûtaya Rojhilat 21”ê Nîsanê 2021 êrîşî Kurdekî bi navê Mistefa Birîm Henan 33 salî kir ku bi giranî di dest û seriyê xwe de birîndar bû û da zanîn ku êrîş ji aliyê çend çekdaran ve pêk hat û giş nasên hev bûn.

Rêxistinê da zanîn ku li ser desteserkirina niştedagîrekî ya mala şêniyê bi navê Henan êrîş pêk hat.

.

Related posts