Ji ber teqîna bombeyeke destan li bajarê Efrînê 2 zarok birîndar bûn

AFRINPOST-Taybet

Duh bi şev çekdarên nenas bombeyeke destan li nêzîkî çerxerêya “Newroz” teqand.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku kesên nenas bi otomobîlekê li nêzîkî çerxerêya “Newroz” bombeyeke destan avêt û wiha dewam kir;

Di encama teqîna bembeyê de 2 zarok birîndar bûn ku ji bo dermankirinê şêniyan ew rakirin nexweşxanyê. Her wiha ji ber teqînê ziyanên madî gihîştin dikanên bazirganiyê yên li herêma teqînê.

Girêdayî teqînê hêjî nasnameya kesên li pişt teqînê zelal nebûye û ne jî nasnameya her du zarokên birîndar.

Tê zanîn ku li bajarê Efrîna dagirkirî, teqîn bi awayekî dubare tên kirin ku herî dawî 1`ê Nîsanê teqemeniyek bi otomobîleke ji cureya “Santafê” de li beramberî xwaringeha “Fetayêr Reşîd” di kolana lîstikgeha “Beledî” de teqiya. Ji ber teqîna teqemeniyê şênî Mehmûd Cume hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn lê zêde ziyanên madî gihîştin herêma teqînê.

Related posts