Bi sedan çeteyên Sûrî ji Efrînê gihîştin Tirkiyê gelo berê wan bi ku de ye?

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê îro ji çavkaniyên ji nava milîsên dagirkeriya Tirkî ku bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” naskirî ne, ragihand ku 400 çeteyên Sûrî ji herêma Efrîna dagirkirî derbasî Tirkiyê bûn û berê xwe dan kampê li bajarê Mirsînê da ku ji bo Ukraniya yan Yemenê werin şandin.

Nûçegihan da zanîn ku çete yên milîsên “Sultan Mûrad” û “Melikşah” û “Sultan Silêman” Şah /El-Emşat/ in û piraniya wan jî Turkmen in.

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakurê Sûriyê jî, lîsteyên ku milîsên “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” ji bo şandina wan ji Yemenê re amade kirine û Mîta Tirk rasterast destwerdanê dike.

Related posts