Milîsan xwediyekî dikanekê bin çav kir û tiştên wî ji bo firotinê bi nirxên erzan li Efrînê pêşan dan

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê îro li gorî şopandina xwe da zanîn ku 2 jinên ji Xûtayê(niştedagîr), kelûpelên dikaneke cilûbergan yên desteserkirî yê şêniyekî Kurd bi navê Nûrîdîn Ewt Hacî bi nirxên erzan ji firotinê pêşan dan.

Milîsên “Sultan Mûrad” di rojên destpêkê yên Adara borî, dikaneke cilûbergan ê şêniyê Kurd “Nûrîdîn”, piştî revandina wî û biraziyê wî bi tawana peywendiya li gel Rêveberiya Xweser, desteser kirin.

Milîsan mal û dikana wî wek “xenîme” ji xwe re birin û kelûpelên dikana wî daxistin firotinê.

Milîsên “Sultan Mûrad” şênî “Nûrîdîn Hecî” ji gundê Husê yê navçeya Mabetayê, 17`ê Çileya 2021 ji dikana wî li ser rêya Raco ya bajarê Efrînê li gel kurê xwîşka wî  revand.

Related posts