Stasyoneke avê li gundê Kêla hat dizîn … Şivanên niştedagîr jî pezê xwe berdidin rezên gund

AFRINPOST-Taybet

Kesên nenas stasyona avê li gundê Kêla yê navçeya Bilbilê, di derengiya şeva Yekşemê de dizîn û ji ber vê yekê av ji ser şêniyşn gund qut bû. Li aliyekî din şivanên niştedagîr pezê xwe li nava rezên gund diçêrînin û ji ber ku şêniyan rê li ber pezê şivanan girt, gefa kuştinê li wan xwar.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeyê ragihand ku kesên nenas pêwîstiyên xebitandina jeneratorê elektirkê ya bîra avê ji hundirê stasyona avê ya li gund, lê zêde sotemenî û pêwîstiyên din ê stasyonê tevî ku milîsên “Feyleq el-Mecid” diparastin, dizîn ku di encamê stasyon nema av dide gund.

Stasyona ku hatiye dizîn, av dide 6 gundan û ew jî ev in; Kêla, Zerka, Çûbana, Karê, Eşûnê û Mezreya Zifinkê ne.

Li aliyekî din şivanine niştedagîr ku konên xwe li nêzîkî gundê Zerka vedane, pezên xwe li nava rezên tirî yên şêniyên gund diçêrînin û zirareke mezin gihand rezan.

Nûçegihan da zanîn ku ji ber şêniyan xwestin pez ji nava rezan derkevin, şivanan gefa kuştinê bi çekê li wan xwar.

Related posts