Bi dîmen… niştedagîrek mala koçberekî li taxa Eşrefiyê ji firotinê re radigihîne

AFRINPOST-Taybet

Bazirganiya bi mal û milkên koçberên Efrînê bê navber dewam dike. Niştedagîr û çekdarên ku mal desteser kirine ji xwe re dikin pere û dikirin û difiroşin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li gel niştedagîrekî ji bajarê Idlibê peywendî kir ku yê bi navê Mistefa “Ebû Ehmed” ku di mala koçberekî Efrînê de dijî û mal li taxa Mehmûdiyê ye, mal ji firotinê re ragihandiye.

Nûçegihan da zanîn ku niştedagîr her malek bi 900$ difiroşe û milîs jî li ser her yekê ji wan û da ku kirîyar asteng nekin komisyona xwe dibin û wiha dewam kir;

Malên ku ji bo firotinê hatine ragihandin, ji aliyê meclisên navxweyî ve nehatine belgekirin ku tenê bi tawana peywendiya li gel Rêveberiya Xweser malan desteser dikin û difiroşin.

Milîsên dagirkeriyê bêtirî 60% ji mal û milkên taybet ên şêniyan ji xanî û zeviyên zeytûnan bi hinceta ku xwediyên wan danûstandina xwe li gel PYD`ê yan alîgirê Rêveberiya Xweser in, desteser kirin.

 

Related posts