2 şêniyên Kurd li Qîbarê û Meydana hatin binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Rêbendên kontrolê yên dagirkeriya Tirkî bi tawana peywendiya li gel Rêveberiya Xweser 2 şêniyên Kurd bin çav kirin û birin cihekî nediyar.

Di vê derbarê de çavkaniyên Afrinpostê ragihandin ku rêbenda milîsan a li xaçerêya gundê Qîbarê yê bi ser Efrînê ve ye, di 4`ê Nîsana 2021`an de şêniyekî Kurd bi navê Hesen Arif Şêxo 35 salî bin çav kir û bir devereke nediyar.

Hesen ji gundê Qîbarê ye û xwediyê 2 zarokan e.

Li aliyekî din rêbenda milîsên dagirkeriyê li têketina bajarokê Raco, beriya meh û nîvekê, xortekî Kurd bi navê Hisên “Ebû Mihemed” dema berê xwe dabû gundê Meydana hat binçavkirin û hêjî çarenûsa wî ne diyar e.

Şênî Hisên 35 salî ye. Ew li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê niştecih bû. Li ba Hisên dikaneke bazirganiyê ya firotina cilên bikarhatî(Ewropî) heye û li kolana beramberî nanpêjgeha “Hikmê” ya li dorhêla baxçeyê Eşrefiyê dikeve.

Afrinpostê meha Adarê, 62 rewşên nû yên binçavkirin û revandina Kurdan û berdana 39 şêniyan beramberî fidyeyên malî belge kirin.

Related posts