Piştî kuştina 2 leşkerên wê … dagirkeriyê topbarana xwe li ser Şehbayê zêde dike

AFRINPOST-Taybet

Roja Pêncşemê bi êvarê, dagirkeriya Tirkî piştî ku 2 leşkerên wê hatin kuştin, topbarana xwe li ser gundên Şehba û navçeya Şêrawayê zêdetir kir.

Di encama pevçûnên li eniya gundê Cilbirê û Basilê yên navçeya Şêrawayê ya herêma Efrîna dagirkirî, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Têkildarî wê nûçegihanê Afrinpostê li herêmên Şehbayê ragihand ku artêşa dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî topbarana xwe li ser gundên Şehba û Şêrawayê berfireh kirine.

Dagirkeriyê û milîsên wê gundê Keştear, Bênê û daristana gundê Aqîbê û aliyên gundê Dêr Cemal, Kefer Naya, Eyn Deqnê, Elqemiyê, Merenaz û bajarokê Til Rifetê topbaran dikin.

Li aliyekî din pevçûnên xurt di navbera Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) û artêşa Tirk û milîsên wê li eniya ji gundê Bênê heta Aqîb û Merenazê diqewimin ku hemwextî wê jî balafirine keşfê yên nediyar li asîmanê herêmê digerin.

Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) roja Sêşemê buldozerek li aliyê gundê Şealê yê başûrê rojavayê bajarê Babê teqand û 4 çekdarên dagirkeriya Tirkî kuştin.

Related posts