Kenala “Heleb El-Yewm” Êzdiyên gundê Feqîra bi koçber pênase dike

AFRINPOST-Taybet

Her demekê kenala “Heleb El-Yewm” a Ixwanî xelekekê li ser gundekî Efrîna dagirkirî diweşîne û bi destkeftiyên piştî rizgarkirinê bi nav dike. Herî dawî di bernameya “Cewlat” de xelekek li ser gundê Feqîra yê Êzdî çêkir û xwest bi rêya vê xelekê hinek agahiyên nerast û xapînok li ser gund bide.

Taybetiya Gundê Feqîra Û Rastiya Olî

Şêniyên gundê Feqîra yê navçeya Cindirêsê bi giştî Kurdên Êzdî ne. Êzdiyatî sembola gund e ku kevntirîn oldarekî Êzdî li çiyayê Kurd di sedsala 19`ê jiyaye û bi navê Sifo ya Sefrî tê naskirin û li gundê Feqîra jiyaye. Ew kesekî perîşan û belengaz bû û paç li xwe dikirin. Ew kesekî zana bû, ji zanîna Êzdiyatiyê derdora 500 gotin ji ber kiribû û hejmarek ji helbestên olî yên dîtir. Li ser destê wî şêxên Êzdî yên bi navûdeng li herêma Efrînê hatin perwerdekirin.

Rastiya Dîrokî:

Kenala Tirkî ya fermî “TRT” bi zimanê Erebî beriya wê bi heman karî rabû û axaftinên şêniyan li gorî xwe wergerandin û da zanîn ku gund hatiye rizgarkirin û ne dagirkirî ye. Êdî şêniyên gund piştî rizgarkirinê dikarin bi serbestî rê û resmên xwe yên olî ku di dema Rêveberiya Xweser de jê bêpar bûn, bi kar tînin.

Kenala “El-Yewm” di wê xelekê de hewl da ku temaşevanan bixapîne û da zanîn ku hebûna Êzdiyan li gund nû ye û hebûneke resen e.

Bi vê pirsa ji şêniyekî gund, xwest temaşevanan bixapîne û rastiya gund berovajî bike û ew jî ew e: Hûn ji ku hatin vî gundî?

Bi vê pirsê xwest bidin zanîn ku Êzdiyên gundê Feqîra koçber in û ji devereke derveyî Sûriyê hatine û li gund bi cî bûne û demeke dirêj li gund mane ango ne xelkê gund ên resen in.

Related posts