Milîsên dagirkeriyê li bajarê Efrînê bi dehan ji darên zeytûnê birîn

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî birîna darên zeytûnê bi awayekî ketûberî, bi armanca tunekirina xêrûberiya daran dewam dikin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî ku bi koma “Kefer Mizê” naskirî ne, derdora 30 darên zeytûnê ji zeviyê zeytûnan li nêzîkî rêya giştî ya Heleb-Efrînê li jorî Hola “Necûm” birîn. Darên hatine birîn ên koçberê kurd Ehmed Hesen ji şêniyên gundê Aşkan yê navçeya Cindirêsê ne.

Her wiha karên birîna daran a li ser rêya ber bi Raco ve diçe, ji desteya parastinê ya berê û bi heta gundê Til Tewîlê berdewam e. Milîsan darên zeytûnê ji gelek zeviyan birîn, lê nehat zanîn ku hejmara darên birî çend in û xwediyên van daran jî ev in; Mihemed Elî Mihemed ji gundê Cebeliyê, Mihrem Hesen ji gundê Cûqê, Fayêq Ehmed ji gundê Çeqela, Mistefa Gulîn ji Cûqê, Elî Kiro û Sidqî Mihemed ji şêniyên gundê Xelnêrê

Li gorî şopandin û çavdêriyê bi giştî ta niha darên ku hatine birîn ên berhemdar wek zeytûnê û yên dîtir nîv milyon dar derbas dike her wiha rûpîvana daristan û erdên çandiniyê yên ku hatine birîn û şewitandin 15000 hektar e.

Related posts