Afrinpost jinên Êzdî yên dîl li gel Daişiyan li Efrînê xuya dike

AFRINPOST-Taybet

Tora Afrinpostê ya nûçeyan karî jinên Êzdî yên ku Daiş`ê beriya çend salan ji Şengalê dîl girtibûn, li Efrînê berçav bike bişopîne.

Li gorî agahiyên ku Afrinpostê ji çavkaniyên xwe yên taybet bi dest xistine, endamên Daiş`ê yên biyanî û Sûrî li deverên ku milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” dagir kirine, li bajarê Efrînê û navçeya Raco û Cindirêsê li gel 4 jinên Êzdî hatin dîtin.

Çavkaniyan diyar kirin ku yek ji jinên dîtî, bi Daişiyekî biyanî re zewiciye û ji ber zarokên xwe yên encama zewaca bi zorê, razî nabe li xwediyên xwe vegere. Lê zêde di encama perwerdeyên Daiş`ê de û hebûna zarokan baweriya wê bi hişmendiya wan hatiye.

Ev agahî bi rêya peywendiya li gel hinek xêrxwazên nêzîkî devera ku ew lê dijî, hatin girtin.

Li aliyekî din çavkaniyên Afrinpostê hebûna terorîstê bi navê “Ebû Ehmed El-Eserî” ji şêniyên herêma rojhilat ku niha ew di komîteya têkiliyên giştî li gel milîsên “Ehrar El-Şamiyê” de li bajarê Efrînê cî digire, peyitand û di mala koçberekî Kurd bi navê Yûsif Îbiş de li gundê Qude yê navçeya Raco dijî.

Kiryarên Daiş”ê li Efrînê

Dosyaya jinên dîlgirtî li herêma Efrîna dagirkirî bi rêya zewaca bi zorê ji çekdaran û bi taybet keçên negihîştî aşkere bû.

Di vê derbarê de Afrinpostê di 2`yê Îlona 2020 de ragihand ku çekdarê bi navê Raêd Umr ji milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” gef li malbatekê xwar da ku keça xwe bidinê û heta rewş gihîşt asta kuştina keçikê eger malbat pê re nezewicîne û tiştê balkêş ku keçik destgirtî bû.

Ev bûyer bi keçeke din ji bajarokê Cindirêsê re jî çêbû ku çekdarekî din ji milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” gef lê xwar ku yan pê re were zewicandin an jî were kuştin.

Her wiha dîmenê jinên Kurd ên girtî li Efrînê li navenda milîsên “El-Hemzat” di 28”ê Gulana 2020 de bi giştî Daişî bû û ji rewşa kolekirina jinan wek kiryarên Daiş`ê ne cihê ye.

 Ji ber ku malbatên wan derbarê jinên girtî de ti tiştekî nabêjin, heta niha nayê zanîn ku hejmara wan çend e.

Related posts