7 Kurd hatin binçavkirin “Sultan Mûrad” jî mal û milkên girtiyekî desteser kirin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên dagirkeriya Tirkî yên Ixwanî 7 şêniyên Kurd li deverên cuda yên herêma Efrîna dagirkirî bin çav kirin ku li aliyekî din jî milîsinan mal û dikaneke girtiyekî desteser kir.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Feyleq El-Şam” beriya derdora hefteyekê, şêniyekî Kurd bi navê Ehmed Gule Xeyrî 23 salî ji mala wî, li gundê Birc Heyderê yê navçeya Şêrawayê revand, lê tawana wî nehat zanîn.

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê her demekê şêniyên gundê Birc Heyderê bi tawana ku berê peywendiya wan bi Rêveberiya Xweser re ye hebû û ji ber ku gund di navbera hêzên dagirkeriyê û Hêzên Rizgariya Efrînê de ye, şêniyan bi pêkanîna teqînan tawanbar dikin û li ser wê yekê wan tengav dikin.

Li aliyekî din rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî sibeha roja Duşemê 8’ê Adarê 2021, 4 şêniyên Kurd di nava wan de 3 kalemêr hebûn, li bajarokê Mabeta bi tawana ku di dema Rêveberiya Xweser de derdiketin nobedariyê revandin û navên wan jî ev in; Cemîl Mistefa Medînê(Cemîl Mistê Medînê 70 salî) û Ednan Şaşo(Ebû Sîwar) 73 salî.

Li gorî çavkaniyê milîsan di saet 6”ê sibehê de, milîsan du bira bi navê Elî Yûsif Mistefa 67 salî û Esed Yûsif Mistefa 64 salî her wiha Cemîl Mistefa Medînê û Ednan Şaşo (Ebû Sîwar) bi bihaneya nobedariyê di dema Rêveberiya Xweser de revandin û birin navenda milîsan a li bajaroka Mabeta.

Milîsan beramberî berdana wan ji malbatên wan li ser her yekî daxwaza 600 lîreyên Tirkî kir û her du bira heta niha girtî ne û çarenûsa wan ne diyar e.

Di heman çarçoveyê de milîsên “Sultan Mûrad” beriya çend rojan mal û dikana cilûbergan a şêniyekî Kurd bi navê Nûrîdîn Izet Hacî desteser kirin. Li gorî nûçegihanê Afrinpostê beriya derdora mehekê ew(Nûrîdîn) û xwarziyê wî ji aliyê heman milîsan ve bi tawana peywendiya li gel Rêveberiya Xweser hatibûn revandin.

Milîsan mal û dikana wî ji xwe re weke xenîme dît û desteser kir her wiha kelûpelên hundirê wê jî ji firotinê re pêşan dan.

Tê zanîn ku milîsên Sultan Mûrad şêniyê bi navê Nûrîdîn Izet Hecî ji gundê Husê yê gundewarê Efrînê, 17”ê Çileya 2021 ji dikana wî ya li ser rêya Raco a bajarê Efrînê li gel kura xwîşka wî ku me nikarî navê wî bizaniya, piştî ku ji serdana malbata xwe li bajarê Qamişlo, li bakur û rojhilatê Sûriyê vegerîn, hatin revandin.

Related posts