Milîsên “El-Weqas” 24 malbatên niştedagîr ji Hêkiçê û Meraniyê qewitandin

AFRINPOST-Taybet

Niştedagîrên ku dagirkeriya Tirkî li deverên Tirkiyê yên cuda anîne li herêma Efrîna dagirkirî, bi cî kirine, pêkanîna binpêkirin û sûcan dewam dikin û darên gûzê li gundê Dêr Siwanê dibirin. Li aliyekî din milîsên “El-Weqas” ji ber ku malbatên niştedagîr bacan nadin, wan diqewtînin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê roja Şemiyê 6`ê Adara 2021 ragihand ku komeke niştedagîr derdora 40 darên gûzê li gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şera birîn.

Di çarçoveyeke din de, çekdarên milîsên “El-Weqas” li gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê 12 malbatên niştedagîr li gund û 2 malbat li gundê Meraniyê ji ber ku bac nedan milîsan, qewitandin.

 

Related posts