Milîsên “Feyleq El-Şam” Şehîd Şêxmûs li goristana Mîdanekbezê bê şûştin û kefenkirin veşart

AFRINPOST-Taybet

Da ku li ser sûcê xwe bigirin, milîsên “Feyleq El-Şam” û “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî roja Şemiyê, cenazeyê şehîd Şêxmûs Mistefa Qasim 73 salî ku di bin îşkenceya wan de hat kuştin, li goristana bajarokê Mîdanekbezê yê navçeya Raco bin ax kir.

Milîsan ew ne şûşt û ne jî kefen kir, ew rasterast veşart da ku ti kes ji xwediyên wî tiştekî li ser mirina wî nizanibe.

Li gorî çavkaniyan, çekdarên milîsên “polîsên leşkerî” û “Feyleq El-Şam” bi xwe merasîma veşartinê amade kir da ku ti kes ji malbata wî yan ji şêniyên bajarokê nêzîkî termê wî nebe, û gewdeyê wî yê hatiye îşkencekirin neyê dîtin û wênegirtin.

Milîsan 3`ê Adara 2021, sê şêniyên Kurd bi navê Şêxmûs Mistefa Qasim, Mihemed Xelîl Hac Şêxo û Seîd Qenber bi bihaneya ku berê derdiketin nobedariyê bin çav kirin ku Şêxmûs kuştin û yên din jî hêjî çarenûsa wan ne diyar e.

Related posts