Pereguhêrekî Kurd bi bihaneya danûstandina li gel partiyê tê tengasîkirin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrîna dagirkirî ragihand ku pereguhêrekî Kurd bi berdewamî bi bihaneya ku berê li gel PYD dida û distand her wiha ji ber ku pere ji şêniyên Kurd ên derveyî Efrînê jê re tên û li ser xwediyên wan belav dike, rastî tengaviya çekdarên milîsên “Sultan Mûrad” tê.

Nûçegihan diyar kir ku şênî Ferîd Hacî bi awayekî domdar ji aliyê milîsên “Sultan Mûrad” ve ji ber ku pereyên Kurdên ku li derve ji nasên xwe re dişînin digire û dide kesên şandî, bi awayekî domdar rastî tengasiyên milîsan tê.

Dikana pereguhêriyê ya şênî Ferîd li ser rêya Raco ya bajarê Efrînê ye.

Nûçegihan da zanîn ku milîsên “Sultan Mûrad” şênî Ferîd Hacî beriya derdora 3 mehan revandibû û bi bihaneya peywendiya li gel Partiyê ew neçarî dayîna 20000$ fidye kir û mal û dikana wî desteser kirin, lê belê piştî ku şert û mercên milîsan pêk anî, hat berdan.

Related posts