2 Kurdên Efrînî ji zîndanê hatin berdan û hêjî 10 jî di zîndaneke bajarê Babê de ne

AFRINPOST-Taybet

Hêzên dagirkeriya Tirkî 2 şêniyşn Kurd ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve hatibûn revandin, berdan.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî roja Sêşemê 2`ê Adarê 2021 şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Hesen Bekir 53 salî ji şêniyên navçeya Cindirêsê piştî 30 mehî ji zîndanê hat berdan.

Nûçegihan da zanîn ku xortê bi navê Mihemed Ehmed Şehade jî, ji pêkhateya Ereb yê gundê Til Silorê, piştî bêtirî 2 salan di zîndanên dagirkeriyê û milîsên wê wek zîndana Raî û Maratê, hat berdan.

Li aliyekî din nûçegihanê Afrinpostê hat agahdarkirin ku hêjî 10 kurdên din ji şêniyên Efrînê di zîndaneke milîsên “Sultan Mûrad” de li bajarê Babê ne û navên wan nehatine zanîn.

 

Related posts