Li Efrînê xanîberî ji çekdar û niştedagîran re bûye jêdera bidestxistina pereyan

AFRINPOST-Taybet

Xanîberî li bajarê Efrînê û mal û milkên Kurdên Efrînî yên koçber û binçavkirî, êdî ji çekdar û niştedagîran re bûye jêdereke girîng a qezenckirina pereyan. Çekdar û niştedagîr bi wê tenê namînin, her wiha ya bi armanca firotin an jî kirêkirinê avaniyên niştecihiyê û karên avahîsaziyê li hev parve dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku niştedagîrek ji bajarokê Til Rifetê mala şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Qaqo li taxa Efrîna Kevn desteser kir. Mala wî du beş in, niştedagîr beşek bi 1500$ firot. Niştedagîr bi bihaneya ku partiyê mala wî li Til Rifetê desteser kiriye, mala şênî desteser kir.

Nûçegihan da zanîn ku çekdarekî milîsên Cebha El-Şamiyê dest bi avakirina odeyên zêde li maleke desteserkirî, bi armanca bi kirê bide niştedagîrekî Idlibî. Û ew mala desteserkirî ya şêniyê Kurd Osman Rîto ye, ku pev zarokên xwe ve ji beriya 6 mehan ve hatiye binçavkirin.

Li aliyekî din, çekdarekî ji koma yê bi navê Ebû Rehmo ya milîsên Melîkşah, 2 mal li taxa Efrîna Kevn li jorî çerxerêya Newroz, beramberî 700$ li ser her yekê firotin. Ew her du mal ên şêniyê Kurd ê koçber Mihemed Cemîl ji şêniyên navçeya Mabeta ye.

 

Related posts