Bi dîmen … hêzên dagirkeriya Tirkî girê Kitix ê şûnwarî kolaye û 200 darên zeytûnê ji ser hilkirine

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost dîmeneke hêzên dagirkeriya Tirkî ku çawa girê Kitix ê şûnwarî li navçeya Mabeta kolane û bi dehan darên lê birîne, bi dest xist.

Havîna 2018`an hêzên dagirkeriyê dest bi karê dûzkirin û kolandina girê Kitix kir. Milîsên “Sultan Mihemed El-Fatih” û “Ehrar El-Şerqiyê”(gundê Heyatê dagir kiriye) gir dikolin.

Li gorî rapora Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, ji ber karê kolanê, derdora 200 darên zeytûnê yên malbata Heydo û dedeko ji gundê Qûpê yê navçeya Raco ne, hatine hilkirin.

Rêveberiya şûnwaran a Efrînê ku li kampên Şêhbayê dixebite, got ku wê kolan û wêrankirina 75 girên şûnwarî li seranserî herêma Efrîna dagirkirî lê zêde 28 deverên şûnwarî di nav de mezarên olî yên Êzdiyan belge kirine.

 

 

Related posts